Ezî Ezdanim, ezî Madîme,
Ser rê û rizmê Şêxê Adîme,
Ezî miletê Şemsê Qemerim,
Êzdîme, êzdî, kuda ez herim!
Wekî e’taba serê min çê kin,
Wekî sax bi sax dest-pê min jê kin,
Dil û cegera min bînin xarê,
T’ucar dînê xwe nadim dîndarê!
Ezê bêjim, ezî êzdîme,
Bê lek’e, xumam cawê sipîme,
Êzdîme, êzdî, hê h’emla dê da,
Nixteke xalis darê dinê da!
Xûna me zelal wek hêsra çe’va,
Temiz wek ruh’ê dergûşa sava,
Xûna me t’evî tu xûna nabe,
Wekî mîlîona dijmin me rabe!
Wana pêşiyê me dizêrandin,
Mirî qebrê da nedisitrandin,
Digotin: "Qir ke, nekişîne minetê,
Êzdiya bikujî, - tuyê herî cinetê!"
|