Вт, 19/03/24, 7:46:52 AM
Меню сайта
Форма входа
Категории раздела
Сарhатие Ездия(История Езидов) [34]
Новость [18]
Поиск
Календарь
«  Март 2024  »
ПнВтСрЧтПтСбВс
    123
45678910
11121314151617
18192021222324
25262728293031
Архив записей
Наш опрос
К какой религии Вы принадлежите?
javascript:; javascript:;
Всего ответов:: 342

Мини-чат
200
Друзья сайта
  • Официальный блог
  • Сообщество uCoz
  • FAQ по системе
  • Инструкции для uCoz
  • Статистика

    Онлайн всего: 1
    Гостей: 1
    Пользователей: 0

    Kawle Ezdiya(Езидские молитвы)

    Ezidi u ola Ezidiya

    Weki go te zanin Eziditi yek ji wan Olen heri kevnar en ku mirohvayati li rojhilata navin li bin tesire xweda histina.

    Ezidi bi gisti kurdin u zimane wan bi kurdiya.

    Ew bi xwe ji Mezepotamyana.

    Bigiştı kawl u duhayen Ezidiyan bi kurdina.
    Diroka Ezidiyatiye digihije hetani dema Mitrahizma 2000 sal beri zaina pexember İsa.

    Weki go tezanin gotina Ezidi (Yezidi) ji Yezda te u ev gotin bi xwe bi Farisiya u te we mahneye yen ezdayi (xweda) yani ego ez dayi xwedane herd u ezman u ne weki ji hela hin kesan yan ji aliyan va te idiyakirin tu tisti xwe bi xalifet Yezide Areb re tuneye ji bergo weki gelek pispor ji didin xwuyan ola Eziditiye diroka we mirow dikare hetani 1000 Sali beri zayina Hisa bisopine ew yek bi xwe ji be minakasa dide xuyakirin go tu tekiliya xwe bi xalife Yezidre tuneye.

    Baweriya Êzîdiyan bi hebûna yek Xwedayî tê.

    Perestgeha Ezydiya ya pîroz "Laliş" li Kurdistana Îraqê ye.

    Hejmara wan di nav gelê Kurd de pir hindike.

    Hejmara wan neziki 750000 ya , piraniya wan li Kurdistana Îraqê dimînin (600.000).

    Mîrê Ezidiya û serokê olê, "Bavê Şêx-Extiyarê Mergehê li Ba`adrê û Lalişê dimînin.

    Wekî din jî Êzîdî li Kurdistana Tirkiyê, Kurdistana Sûriyê, li Ermenistanê, Îranê û Gurcistanê, hene

    Tiste li ba Ezidiya herin piroz


    1. Roj (Şêşims mefer e mêrê Êzîdî ye)
    2.Agir
    3.Av
    4.Heyv
    5.Rasti. Dive her Ezidi rastiye beje ü havalbende rastiyebe. Xwe ji derava bıpareze. Divet xwediye soza xwebe.
    6.Zanin(zanabun)
    7.Sermi: Ji tijten nebaş xwe dur bigire.Tişten go mırov je şerm bike neke u xwe je dur bıgre


    Tisten liser her kese Ezidi farz
    Her Ezidi dive Şexek Pirek Hostyek u Xwuh/Bra e axrete hebe.
    Her Ezidiki dive roje se care duha xwe bike.
    Her duhaki sibehe nava roje u evare li ser piya u dive bere xwe bide roje.
    Dema go duha xwe kadand dive ku harde paci bikin.
    Her Ezidiki dive ji hindikayiva careke bice Lalisa nurani.
    Civaka Ezidiya ji di tabaka pekte
    Ev tabaka Yeknav u Dinav in.
    Her tabake yek ji di nave xwe da ji hev cudeya heta beri dema Sex Hadi bi tene Yeknav (mirid) u Dinav (Pir) hebun.
    Her kese Ezidi ji dayik bunda ji tabaka dayik u bave xweya (yani mirov Pir yan ji Mirid te dinyaye u çenabe go mirov tabaka xwe bughere).
    Pisti hatina Sex Hadi, Sexiti ji di nav Ezidiya da çebu u Sex bi xwe ji di nava xwe da ji hev vakatahayina.
    Her weki go zewaca Yeknav u Dinava bi hevdure di Ola Ezidiyada kadaxeya, zewaca Dinava ji bi tabakayek dinjira(grub) kadaxeye.


    Yeknav
    1.Mirid
    2.Kawal
    3.Fakir
    4.Micewir


    Dinav
    1.Pir
    2.Sex
    Roje cejn u Rojiyen Ezidiya


    Roje Cejn u Rojiyen Ezidiya bi gisti heji li gor salnameya kevin pekten.
    1.Çarsemba sor (yekemin Çarsemba sere Nisane )
    2.Cemayia cejna haciya, ev cejn heftike didomine u di haftiya dawiya meha Elune deya.
    3.Rojiyen Xwedana roja Sesem, Çarsem u Pencsemena roja Ine ji Cejna Xwedana ya
    4.Rojiyen Sesims ev ji roja Sesem, Çarsem u Pencsemena roja Ine ji Cejna Sesimsa.
    5.Rojiyen Ezid ev ji roja Sesem, Çarsem u Pencsemena roja Ine ji Cejna Ezid (heyra Ezid)a
    6. Cejna Pir Ali (Batizmi) ev cejn roja Yekseme dest peke u disa roja yekseme bi dawi dibe u dive ji hindikayi rojek je (li gori salnameya kevin) bikeve sala nu.
    7.Çele Havine Rojiyen Çele havine 40 roji na.
    8.Çele zivistane Rojiyen Çele Zivistane ev ji 40 roji didominen.
    9. Xidir elyas u Xidir Nebi ev cejn di yekemin pencsema sere meha Sabate deya.


    Bisk
    Bisk li ba Ezidiya

    Dive her mirove Ezidi farza


    Zewac li ba ezidiya


    Mirin li ba Ezidiya
    Gava Miroveki Ezidi bimire mecbur ji aliye şex u piran wa be şistine u dema bi cih anina ve wezife di go pir ave li bike u sex ji cenaze bisoye. Gawa go miri hate siştin u kefene wi be lekirin kawle terkin u asina ji aliye şexe wi va dive li ser be xendin. Terme miri dive

    Duhayen Ezidiya

    Şehda Dine Ezidiya

    Şehda dînêmin yek xweda ye
    Emîn Cebraîl evîniya Ezdaye ye
    Bergeha min roj û mergeh e

    Silavên min li mergehê li Lalişê
    Û li xwedanê qubêyê
    Şêxadî Şêxê min e, ji nûra padşa ye
    Şemsê Êzdînê çira ye

    Pîrê min Hesin Meman e
    Hoste û merebî ji mala Baban e
    Kaniya Sipî mora min e
    Kaf û mixar û zimzim Heca min e
    Tawisî Melek şahda îmana min e





    Duha Sibê
    Amîn amîn xwedê tibarek li dîn
    Tifaqe li tifaqîn
    Xwedê esil xaliqîn.

    Bi hîmeta melek Şemsedîn
    Amadîn,Babadîn,Nasirdîn,
    Sicadîn,melek Fexredîn
    Şêşims li ser qeweta me û dîn
    Melekê Adî tace ji ewil heta bi axirîn
    Ya xwedê tu derê xêra veke, derê sera wergerîn.

    Berî roj ziriqî Melek Emîn li ber şefiqî
    Nûr bû ji nûrê tifiqî
    Siphan ji te ya xaliqî.

    Ji malê hetanî malê,Şêşimse xwedanê sêqalê
    Dest û damanê Şêşims nabirim ji xeyalê.

    Ji derecê hetanî derecê
    Şêşimse xwedanê ferecê
    dest û damanên Şêşims
    Radimûsim li dewsa kabê, cîyê hecê.

    Ji sitûnê hetanî sitûnê
    Çil mifte heye li derê Xizînê
    Şêşims dane destê xwedanê marîfetê û nasînê.

    ji çavan hetanî devî, mora Şêşims lê dikevî

    Mora melika germe, nahêlê tû binivî.

    Ji serî hetanî bêye piya
    ya Şêşims te em danîne devê riya
    Dîndara xwedê û Şêşims em nabirin ji hêviya.

    Ya Şêşims te em xwestine ser vê xilmetê
    Li me vekî dergehê rahmetê
    Ronahiyekê bidî ber dilê me û çendî sinetê.

    Sinet ku sinete,zebûnî kêm taqat e
    Me bi xwedê û Şêşims î bi niyet e

    Sunî kû sunîne,zebûnî ji bandî ne
    Em ji xwedê û Şêşims bi hêvî ne

    Şêşimsê me yî nûrîn e
    Li ser kursiya zêrî ne
    Mifte û kilîtên Feqîrê mezelê bi destê wî ne
    Ewe vedike derê hemû birîna
    Sed xweziya mine bi wî be
    Şêşims bidê û jê nestî ne
    Wê zor dereca ragihîne.



    Duha Êvarê


    Ya siwarê rojhilatê, rojava yê
    Hûn bidene xatira dotê û dayê
    Hûn me xilas kin ji qedayê, ji bela yê
    Hûn bidene xatira kaniya sipî yê
    Ya Şêşims tu halê mala xwe bipirsî û me jî vê carê

    Hûn bidene xatira erş û kursî
    Gay û masî
    Heyat li kursî
    Ya Şeşims tu li halê me û hazira bipirsî


    Hûn bidene xatira lewh û qelem e
    Hewa û Adem e
    ya rabî tu li bang û hawara me were
    Li hemû çaxa û li hemû dem a
    Ya Şêşims tu pirsiyarekê li halê me û hazira bik e

    Hûn bidene xatira çerxan û felekan
    Horiyan û melekan
    Sira Tawsî Melek û çarde tebeqan
    Ya Şêşims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike

    Hûn bidine xatira buhi·tê û dar ê
    Kafê û mixar ê
    Sira Êzî û Bêtil Far ê
    Ya Şêşims tu pirsiyareke xêrê li me û hazira bike vê car ê

    Hûn bidene xatira dira spî ye
    Melekê bêrî ye
    Sira Êzî ye
    Ya Şêşims li dîwana siltan Şêxadî
    Tu bo mala xwe û me jî bikî hêvî ye

    Hûn bidene xatira dira sor e
    Êzdîne mîr e
    Qubletil bidor e
    Ya Şêşims bang û hawarên me bi melekê jor e

    Hûn bidene xatira dira zer e
    Ax û av û agir e
    Erd û ezman û ber e
    Êzdîne mîr û her çar sir e
    Ya Şêşims tu li banga mala xwe û me jî wer e

    Hûn bidene xatira sûka marîfet ê
    Mêrê li ber bedlê diket xilmet ê
    Derwêşê şev û roj diket ebadet ê
    Şêx û pîr, hosta û merebî, yar û birayên axiret ê
    Ya Şêşims tu meferiyeke mala xwe û me jî bike vê ca ê

    Hûn bidene xatira kursiya rehman a
    Melekî can a
    Behra qudsî suphana,nefesê cana bin can a
    Ya Şêşims me ji te divê dîn û îmana

    Hûn bidene xatira Cibrayîl, Ezrayîl, Mîkayîl
    Şifqayîl, Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl
    Her heft melekên mezin, di destî de mifte û kilîl

    Ew jî wê li ber hizreta melekê celîl
    Hûn bidine xatira cebrayîl,Ezrayîl,Mîkayîl, Şifqayîl,
    Derdayîl, Ezafîl, Ezazîl
    Her heft melekên mezin, xasê berê çiqasî bedîl
    Di destên wan de, mifte û kilîl
    Li hizreta melekê celîl

    Ya Şêşims tu meferî,tu xaliqê meyî her û herî
    Ti risqa didî û risqa dibî
    Ya Şêşims ji te dixwazim sebir û nas
    Me yek heya dereca îman ê
    Tu me xilas bike ji bêbextî yê.
    Ji me Êzdiyan re kilîl û mifte bîn e

    Li me veke dergehê xezîn ê
    Hawara me ve bê, vê carê xwedanê Hekar ê





    Duha Piştgirêdanê
    Ya rebî mehderekê ji te dixwazim
    Mehdereke xêrê
    Yek kerem e
    Yek neder e
    Yek şefqet e
    Yek dewlet e

    Yek zar e,yek ziman e
    Yek dîn e,yek îman e
    Yek aqil e yek fam e

    Ya rebî tu aqil û fam di serê me bike
    Tu pirsyareke xêrê li halê me û vî miletî bike

    Ya rebî tu bide xatirê delîlê xweda
    Axir zeman
    Ji xas û saliha
    Saf û milyaketa
    Derwêşê qelendera
    Xasê qelendera
    Li pey pira selatê dikira
    Xwedê temam e