Статистика |
Онлайн всего: 1 Гостей: 1 Пользователей: 0 |
|
Главная » 2010 » Июль » 16 » Bahar
|
Qudûm ketiye sur û serma,
Seqem îdî naşidîne,
Wê hû kirin bayê germa,
Bager îdî nalûbîne.
Pencê royê tîra xwe rist
Hingavt sîngê çiya û baniya,
Şepê berfê hêlana xist,
Xulîn ketiye cew û kaniya.
Şirkêd avê der baharê,
Tîş-tîşî bûn, hatne xarê,
Û teyreda daxist mizgîn:
– Bahar hatiye – we’dê rengîn.
Û xwe hesiyan deşt û zozan,
Xalîça nexş erdê raxist,
Û bahara k’awe terlan,
Çira e’mrê dine vêxist.
E’zîzê Îsko, 1986
|
Категория: Сарhатие Ездия(История Езидов) |
Просмотров: 959 |
Добавил: Ezid-aLone
| Рейтинг: 0.0/0 |
Добавлять комментарии могут только зарегистрированные пользователи. [ Регистрация | Вход ]
|